Raporên meydanî tekez kirin ku êrîşên asîmanî yên berdewam ên balafirên dagîrkeriya Rûsî û bombebarana topxane û mûşekên rijêma Esed, di pênc hefteyên bûrî de, bû sedema derbiderbûna 92 hezar kes ji gundewarên Idlib û Hemayê.
Û tîma “Hevrêzkarên Bersivdana Pêşekî” li Sûriyê, di daxwiyaniyekê de doh yekşembê, got ku 16751 malbat anku 92109 kes ji gund û bajarên Idlib û bakur-rojavayê hemayê derbider bûne, ber bi deverên bakur-rojavayê welat de, ji destpêka heyva mijdara bûrî de, ji ber tundiya bombebarana asîmanî ya balafirên rijêmê yên şer û yên Rûsî li ser deverê.
Û daxwiyaniyê diyar kir ku hejmara qurbaniyên sivîl pir bûye, ji encama armanckirina rasterast ji taxên nişteciyan re li deverên corbecor, û hejmara qurbaniyan ji destpêka helmeta leşkerî ji 1 mijdarê ta 8 çilê pêşî, giha bêtir ji 156 kesan , 52 zarok jî di nav wan de hene.
Û daxwiyaniya tîmê berdewamiya helmeta leşkerî ji hêla hêzên rijêmê û sponsera wê ya Rûsî li ser deverên bakur-rojavayê Sûriyê şermezar kir, û tîmê Rûsiya wek berpirsyara yekser dît di ber tewanên mezin ên li bakurê Sûriyê dibin, ji ber beşdariya wê di rojên bûrî de bi rengekî berfireh di belavbûneke mezintir de, ku bû sedema zêdebûna hejmara qurbanî û derbidaran li Idlibê.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê, daxwaz ji tevaya aliyên navdewletî yên peywendîdar bi rewşa Sûrî kirin, ku yekser destêwerdanê bikin ji bo rawestandina dijminkariya rijêmê û sponsera wê ya Rûsî, û tîmê bang da tevaya dezgehên çalakvaniyên mirovî, ji bo zû bersiva vê pêla derbideriyê bidin li deverên ku lê bicih bûne.
Û balafirên Rûsiyê û yên rijêmê, pêr, bombebarana xwe pirtir kirine, û 3 komelkujiyên cuda li gundewarê Idlibê pêkanîne, ku bûne sedema şehîdketina 21 sivîlî piraniya wan jin in, û 50 kesên din jî birîndar bûne, ji ber armanckirina balafirên Rûsî ji bazareke gelêrî û dibistanekê li bajarokê “Belon” re, û helîkopterên rijêmê bermîlên teqîner avêtine ser malên gundê “Abdîta”, û komelkujiya sêyem li bazareke gelêrî û dibistanekê li bajarokê “Albara” hat pêhatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî