Yekem girûpa polîsên jin li gundewarê bakurê Helebê bi serpiştiya fermandariya polîs û asayîşa niştimanî li bajarê Îzazê derçû, û wê ev girûpa yekem ya polîsên jin bête belavekirin li ser rêveberiyên fermî yên bi piranî danûstandinê ligel jinan dikin.
Fermandarê polîsan lîwa Ebdulrezaq Eslan duhî roja yekşemê ji ragihandinê re diyar kir ku ew girûpa derçûyî ji 90 keçên bajarê Îzazê pêk tê, piştî derçûa girûpekê ji bajarê Cerabilis, herwiha piştî 20 rojên din wê girûpeke din li Babê derbiçe.
Eslan bal kişand ku “ew girûp bi sercem zanistên ewlehkariyê û pîşeyî û yasayî hatiye rahênankirin, her weha li ser xweparastin û bergeriyê û bikaranîna çekan ligor pêverên navdewletî û yasayî û sîstema karê polîsên Sûriyê rahênan bûne“.
Eslan dît ku “polîsên niştimanî hewl didin bo avakirina sîstemekî navdewletî yê şaristanî yê sivîl ku li asta sîstemê navdewletî be, ku hîç ciywazî neke di navbera jin û mêran de, bi awayekî ku mafê jinê yê fermanberiyê wek mêr hebe“.
Û ligor Eslan, polîs ji du dezgehan pêktê, yek jê “polîsê sivîl” e , û yê duwem “hêzên taybet” e, ku bi erkê parastina ewlehiya giştî li navçeyê radibin, û bal kişand ku rahênkarên jin wê tevlî xulên polîsan bibin, di taybetmendiyên “dezgehê” de, tevlî hêzên taybet û dezgeha “jinavbirina terorê“.
Li aliyek din, rêveberê ragihandina hêzên polîs û ewlehiya giştî Ebdulah Zêdan, ji ajansa Smart re got ku 90 xwebexşên jin di hêzên polîs de hatin qebûlkirin ji bo karakirina rola jinê di nav civakê de, piştî rahênankirina du heyvan di xulekê de, ku têde wane li ser çawaniya reftara ligel çekdaran standine, û hin waneyên li ser belgeyên tawankariyê û karê polîsiyê û rêbazên pişkinînê
Zêdan bal kişand ku xwebexş ji aliyê bedenî û leşkerî hatine amadekirin, û li ser bikaranîna çekan ” kalişnkof” û “demance” hatine perwerdekirin, û got ku li nêzîk wê li ser leqan bêne belavkirin, û piştî lêkolînên ewlehkarî hatin berbijarkirin bi liberçavgirtina herdu mijarên ramanên şoreşgerî û temen.
Tê zanîn ku polîsê niştimanî li heyva tîrmeha borî dergehê xwebexşiyê di beşa polîsên jin de li navçeyê vekiribû, bi destnîşankirina mercên tevlîbûnê, ku jiyê her keçekê nekêmtir be ji 18 salan û nejî bêhtir be ji 34 salan, tevlî serketina wê di ezmûnan de.
Hêjayê gotinê ye ku li roja 2’ê adara borî, 896 serbazên ” polîsên azad” gihiştin bajarê Îzazê piştî rahênankirina wan bi meşqên serbazî bi çavdêriya efserên cudabûyî li Tirkiyê, da ku bibin “hêzeke cêbicêkirinê” bo dadgeh û encûmenên xwecihî li navçeyên destnîşankirî yên ku wê lê kar bikin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî