Dergehê Sêmalka yê sînorî yê di navbera herêma Kurdistana Iraqê û parêzgeha Hesekê çareke din roja Sêşemê 7 hezêranê hate vekirin.
Dergeh li hember bazirganiyê û alîkariyên mirovî û dermanan bê ku bac li ser wan bên danîn hate vekirin, li gor daxuyaniyên berpirsê dosiya kurdên Sûrî di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de Dr .Hemîd Derbendî ji alavên ragihandinê re.
Derbendî got ku” vekirina dergeh tê piştî imzkirina rêkeftinekê ku mercê wê yê serke ku bazirganî bê bac bin” .
Tê zanîn ku dergehê Sêmalka ji ber kiryarên tek alî yê partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ji hêla herêma Kurdistanê ve di 17adara 2016 hatibû girtin.
Jêder: Hevbendî