Serokê “Navenda Sûriyê ya ragihandin û azadiya raderbirînê”, û girtiyê berê Mazin Derwêş got ku tişta niha li girtîgeha Hemayê dibe, ew yekser ji encamê têkşikestina Civaka navdewletî û YN ye, di pabendiya xwe ya rewştî li hember doseyên mirovî yên pêşniyarkirî li ser xişteya danustandinên Jinêvê, ji ber ku doseyên navçeyên dorpêçkirî û armanckirina sivîl û girtiyan, ew bi xwe doseyên mirovî ne, û dikevin di çarçovê qonaxa avakirina baweriyê de.
Derwêş got ku rêjîmê ” Heyva Sora Sûriyê” derbasî piroseya serbestberdana girtiyan kir,ji ber fişarên navdewletî û rojnamevanî, yên beşdarîkirina “Xaça Sora navdewletî” di fayîlê girtîgeha Hemayê de dixwestin, ji bona rêjîm rê li destêwerdana “Xaça Sor” bigire, ya ku her ji destpê destwerdana wê red dikir. Herwiha ku destêwerdana “Heyva Sor” sînordar kiriye ku ew bi tenê bi gihandina girtiyan bo navçeyên rizgarkirî radibe, bê ku rolek wê hebe, wek hevparê rêkeftinê.
Derwêş diyar kir ku ferman li ser girtiyên girtîgeha Hemayê tên bi biryarek ewlekarî-siyasî, dûr ji dadperweriyê, herwiha serbestberdana girtiyan bi biryarek ewlekarî-siyasî dibe, berî her tişteke din.
Herwiha hêzên Esed, carek din roja duşemê bi girtina kesekî serbestberdayî ji girtîgeha navendiya Hemayê yê bi navê Ehmed Newaf Şi’îb rabûn, dema diçû mala xwe li Cebel Alşêx li gundewarê Şamê, ku ji aliyê rêbendeke “ewlekariya serbazî- liqê Se’se’h” ve hat girtin, ku navhatî di çiriya paşîn de di sala 2012an de hatibû girti , û li êvariya roja duşemê hatibû serbestberdan, tevî ku wezîrê navxwe û dadê di hikûmeta rêjîma Esed, û navbînkar Newaf Elmilhim, soz dabûn ku carek din hîç girtîyekî serbestberdayî negirin û lêpirsînê digel wan nekin, herwiha mala serbestberdayekî ji yên nû li Hemayê hat biserdegirtin.
Endema Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Sihêr Eletasî, daxwaz kir ku rêxistina Xaça Sora Navdewletî bi çavdêriya rêkeftina di navbera rêjîma Esed û girtiyan de li girtîgeha navendiya Hemayê rabe, ji bona ku gerantiyên rasteqîn hebin ji bona cêbicêkirina rêkeftinê.
Eletasî ku ew bi xwe yek ji endemên şanda danustandinkara di gotubêjên Jinêv de ye, got ku rêkeftin “hêjî nehatiye bicihkirin, ji bilî tişteke hindik, herwiha ku hêjî girtî di isyanê û yaxiyê de ne”, hevdem Eletasî pêşniyara rêjîma Esed ya parçekirina doseya girtiyan red kir.
Jêder: Hevbendî + Elmidin