Desteya Birêveberiya Bobelatan li Xûta Rojhilat û Taxa Cober ya Şamî ewan herêman bi hêrêmine wêranbûyî radigehînin. Û doz li civaka navdewletî kir bi têwirdaneke lezgîn da bombebarandina rêbazkirî li ser sivîlan li Sûriyê bi giştî û bi taybetî Xûta Rojhilat û taxa Cober ji hêla hêzên Esed ve birawestînin
Her wiha Desteyê doz bi vekirina Rêbuhêrkên mirovî bilez kir, da Deste û Dezgehên hawarhatinê û Komîtên Navdewletî derbas bibin ji bo rewşa mirovî ji nêz ve bibînin û hêsankirina derbaskirina xwarin û derman ji ew kesên ko dorpêçkirî ne li Xûta Rojhilat û Cober re dabîn bikin.
Desteyê doz kir ko Çavdêriya Navdewletî kartêker bibe da sivîlan nekin amancên cengê û wan ji Rêjîma Esed ya tirorist biparêzin.
Di daxuyaniyê de hat ko Rêjîma Esed hemû pirinsîbên navdewletî di danûstandina bi sivîlan re têk birine, her wiha hemû yasa û peymanên navdewltî yên ko di wextê cengan de parastina mirovan dikin, binpê kirine.
Tê zanîn ko Xûta Rojhilat û taxa Cober ya Şamî ji hêla hêzên Esed rastî êrîşên asmanî û bombebarandinê tên û ev ji hejmara pir ya qurbniyên Sivîl û birîndaran û rewşên mirovî û qebareya wêraniyê ko gihaye bajar. Gund û bajarokên xuta Rojhilat û Cober tê diyar kirin.
Her wiha ev çar sal rastî bobelatan tê û di evê qonaxê de giha asteke bilind piştî dorpêçeke tund li dor herêmên rizgarbûyî ko xwarin û derman û pêdiviyên mirovî ji ser nişyecihan qut kirine.
Tê zanîn ko “Desteya Birêveberiya Bobelatan” bi pêşxeriya Desteyên Sivîl û Çalakvaniyên Gelî li Xuta Şamê û Taxa Cober hate damezirandin û di evê qonaxa awarte de wek Desteyeke demkî hate damezirandin da asta hevrêzkirinê li nav xwe di evê helwesta sist ya navdewletî li himber têkbirina mafê mirovan û yasayên navdewletî ko dibin.
Desteyê ragihand ko herdem lidar dikeve ji bo karê xwe yê mirovî tev ko nîrên zehmet li benda ko civaka navdewletî û dezgehên wê yên mirovî ko daxwazên wê pêk bînin.
Jêder: Hevbendî