Nûneritiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Herêma Kurdistana Îraqê îro pêncşembê digel berpirsiyarê Rêkxistina “Spark” ya Holandî rewşa Xwendekaran li Herêma Kurdistanê û dana rêkên alîkariyê bo berdewamkirina xwendina wan ya zankoyê, gotûbêj kir.
Nûneritiya Encûmena Niştimanî Kurdî çend pêşinyar ji Rêkxistina “Spark” a Holandî re pêşkêş kirin da hevkarî û hevrêzî di navbera herdu aliyan de xurt bibe û derfet li pêşiya hejmareke mezintir vebe, ji bo xwendina xwe ya zankoyê berdewam bikin. Hem jî hin pirojeyên din yên taybet bi xwendekaran ji bo lênerîn û cîbicîkirina wan di paşerojeke nêzîk de, hatin gengeşekirin.
Tê zanîn ko Rêkxistina “Spark” ya Holandî xizmetên xwe nuha li Çar dewletan pêşkêş dike ew jî Tirkiyê, Urdun, Libnan û Kurdistana Îraqê. Evê salê ewê mesrefa hindek xwendkarên Kurdên Sûriyê ji bo xwendina xwe li zankoyên Herêmê berdewam bikin bide. Di demeke nêzîk de ewê pêzanîn û mercên pejirandinê di evan zankoyan de û hejmara xwendekaran ragihîne.
Jêder: Hevbendî-pdk-s.com