Yekîneya pêzanînên cografî GIS ya Wezareta Peywendiyan bi hevkariya Wezareta Wizeyê di desthilata Sûrî ya demkî de, Vekolînek di warê avê de çêkir derbarê Bandorên Bobelatî Yên Têkçûna Bendava Tişrîn û Herêmên ko yekser wê binav bibin û Gundên di Herêma Hawizê Çemê Ferat de yên ko rasterast bandor li wan tê kirin eger qeyrana Bendava Tişrîn li Gundewarê Helebê yê Rojhilat çê bibe. Rûberê zeviyên ku wê ziyan bigihêje wan nêzî 176 kîlomirtên çargşe ye û hejmara Gunan digihêje 20 an.
Wezareta Wizeyê û Samanê Kanizayî ya desthilata demkî di daxuyaniyekê de doh derxistiye bang li Desteya Netewên Yekbûyî û Xaça Sor û hemû Rêkxistin û Dewletên kartêker di dosya Sûriyê de kir, ko pêrabûnên yekser bikin da Bendava Tişrîn ya av-elektrîkê ji nakokî û dijberîtiya leşkerî bidûr bixin.
Wezaretê tekez kir ko têkçûna Bendavê wê bobelateke mirovî çê bibe, eger çi par ji Bendavê bê amanckirin. Û doz kir ko hemû bizavan bikin ji bo kadirên pîşekar li karê xwe yê li Bendavê vegerin da avê dîsa tê re derbas bikin û elektrîkê biafirîne.
Hêjayî gotinê ye ko Wezareta Enerciyê danûstandin bi Desthilata Tirkiyê re ji bo avê ji ser Bendavê birawestîne kir , ta dema dîsa li rajeya xwe vegere.
Jêder: Hevbendî