Komîta Sûrî ya Mafê Mirovan kuştina 2196 kesan ji Parêzgehên corbicor di meha 12an sala 2015an de belgeh kir. Piraniya wan di êrîşên firokên Rûsî û hem jî bombebarana Rêjîma Sûrî û firokên Hevalbendiya Navdewletî, her wiha di şerên li dijî Hêzên Rêjîmê û dijî Rêkxistina Daiş û bi turumbêlên mayînkirî û kuştina bi destê DAIŞê .
Komîta Sûrî kuştina (317) zarokî di kanûna yekê de û (192) Jinan û (31) kes di bin êşkenceyê de di zindanên Rêjîmê û yên milîtanên PYD de hatine kuştin.
Her wiha Komîtê kuştina (186)kesan bi destê Daişê belgeh kir, û (43) kes bi firokên Hevalbendiya Navdewletî û (8) bi destê milîtanên (PYD) û (23) ji ber dorpêça rêjîma Esed li ser bajar û gundên Xûta Rojhilat hem jî taxên ko li Dêra Zorê ji hêla Daiş ve hatine dorpêçkirin..
Hejmara qurbaniyan li Parêzgeha Helebê (606) kes bûn û ew hejmara herî bilinde, di pey re li Şamê û Gundewarê wê (542) kes û di pey re li parêzgeha Idlibê (310) kes hatine kuştin.
Li Parêzgeha Der’a (157) kes û her wiha li parêzgeha Humsê (151) kes û li Dêra Zorê (128) kes û li Hemayê (99) kes hatine kuştin.
Û kuştina (84) kesan li Parêzgeha Hesekê, (62) kes li Reqayê, (54) li parêzgeha Laziqiyê, û (2) kes li parêzgeha Qunêtira, (1) kes li parêzgeha Tertûsê hatine belgeh kirin.
Jêder: Hevbendî