Li rojavayî bajarê Kobanê duh pêncşmê 31/12/2015 welatiyê bi navê Farûq Osman Mihmed ku temenê wî (40) sal bû dema dixwest bi qaçaxî ji Kobanê derbasî Sirûcê bibe ji hêla cendirmeyên Tirk ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da, li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwechiya Kobaniyê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand.
Mistefa da zanîn ku Farûq Osman Mihmed ji nêzîkî gundê Kor Elê dixwest ku berbasî Tirkiyê bibe, lê hat gulebarankirin û tevlî ku welatiyan ew veguhestin nexweşxaneya Emel li Kobanê lê wî jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku ta niha bi dehan welatiyên Sûrî di sala 2015 de li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên leşkerên sînor hatine kuştin.
Jêder: Hevbendî