Encûmena Wezîrên Desthilata Demkî ya duyem civîna yekem, bi serokatiya Ehmed Tu’ima li cîgehê Desthilatê li bajarê Xazî Eyntab yê Tirkiyê lidar xist.
Civînê, gavên praktîk yên guhastina Desthilata Demkî ji bo hundirê Sûriyê li Herêmên li derveyî Destê Rêjîmê, herweha rewşa darayî ya desthilatê gengeşe kirin, her weha civînê rewşa Bijîşk û Birîndarên Sûriyê li Urdinê gotûbêj kir, û biryara piştgiriya darayî ji Nivîsgeha Bijîşkî re li Der’a da, herweha biryarên girêdayî bi Encûmena Leşkerî ya bala hatin gengeşekirin.
Jêder: Hevbendî+Desthilata Demkî