Karmendên dezgehên desthilata Esed li bajarê Hema duhî çarşembê dilsariya xwe anîne ziman, bi sedema derengmana mûçeyên wan, ko heta nuha yê heyva çileyê pêşî yê sala bûrî wernegirtine.
Çalakvanin xwecihî li ser zimanê hin karmendan ko nexwestine navên wan aşkere bibe axivîn û gotin ku berpirsiyarên dana mûçeyê li wan birêveberiyan ji karmendan re gotine ku pere di dast wan de nîn in, ji ber wê yekê nikarin bo Hemayê bişînin.
Çalakvanan gotin ku karmendên birêveberiyan hêrsa xwe anîne ziman ko her demekê soza dana mûçeyan didin û bicih nayinin, û paş re sozine din didin, û karmend dibînin ku ev berepêk in.
Raport destnîşan dikin ko rêjîm di qeyraneke abûrî de ye, û budceyê welat sala 2011ê 13 milyar dolar bû, beraber 8.92 milyar dolar sala 2019ê, û şiksestina budceyê vê salê 42.8% ye.
Navenda Omran ya lêkolînan got : Li gor daxuyaniyan, desthilata rêjîmê dest davêje banka navendî da qerzan jê bistîne, tako şûna wê kêmasiyê dagirin, û ew alaveke neserketî ye. Û raportan bal kişand ser ko deynên derve li rêjîmê gihane 60 milyar dolarî, û raportên abûrî tekez dikin ko yedekê pereyên biyanî li Sûriyê ji 20milyara vegeriyaye 700milyon dolarî.
Tête destnîşankirin ko xelkên Sûrî yên dahata wan sînordar e, li herêmên bin kontrola rêjîmê di rewşeke; jiyaneke aloz dijîn, hem jî lîreya Sûrî beraber dolar têk çûye , û niha 1 dolar dike 450 lîreyên sûrî, lê sala 2011ê 1 dolar bi 48 lîreyan bû.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî