Duhî li bajarê Entabê li Tirkiya, bernameyê bihêzkirina hevperiyê di navbera encûmenên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl de destpê kir, ku workşopekî anku kargêriyekê dest bi kar kir li jêr navûnîşanê “pêşrewên rêxistinên civaka sivîl”, armanc jê ku bi awayekî yekser, ronîkirina şiyanên serkirdayetî û yên kargerî di rêxstinên sivîl de bo geşkirina komelgehên xwecihî, herwiha di wê workşopê de mînakek ji ezmûnên Erebî û yên navdewletî yên nêzîkî rewşa Sûriyê hatin gengeşe kirin, ku giringtirîn tewerê wê workşopê: şirovkirina ramana rêxistinên civaka Sivîl û şêweyên encûmenên xwecihî bû, û man û berdewamiya saziyan. Hêjaye bê gotin ku di wê wirokşopê de 28 pişkar ji rêxistinên civaka sivîl amade bûn û giringtirîn berşdar: Saziya Tevkariya Şam, Rêxistina Beled, Platforma Şam, Mirov Bo Karên Mirovahî, Saziya Iswa, komeleya Şamê ya Guhdana Sêwiyan, Xiras Elnehde, Saziya Xêr, Bingeha Xota Rojhilat, Kombenda Himusê Ya Li Devî Wekat, Meserat ya Çavdêriya Mirovahî, Rêxistina Hêvî, Encûmena Pizêşkî Ya Hevgirtî Li Xota Rojhilat, Rêxistina Qudra, Rêxistina Buniyan, Kombenda Zanyarên Sûriyê. hêjayî gotinê ku ev wirokşop yekemîn wirokşopa di bernameya hevtemamkirina di navbera Encûmenên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl de ye, ya ku saziya Siyan ya rahênan û pêşxistinê bi hevparî ligel Saziya alîkariyên gelêrî ya Nerwêj (NPA) û kargeriya xwecihî û rêxistina Weten pêşkêş dike, bo maweyê 3 rojan didome di navbera 22-24 /11/2014 an de li bajarê Xazî Entabê li Tirkiya. herwiha tête pejirandin wek yekemîn pirogram di biwarê xurtkirina hevpariyê di navbera encûmenên xwecihî û saziyên civaka Sivîl de. têzanîn ku Dr. Welîd Elsalihî pispor û şêwermendê navdewletî di karûbarên civaka sivîl û desthilatdariya xwecihî ev workşop bi rêve bir, û ew bi xwe endamê encûmena kargeriya rêxistina navdewletî yên taybetmendên komelayetî ye, ku baregehê wê li Jinêf e li Siwêsra, û çalakvanê karê komelayetî yê geşepêdan û xêrxwaziya mirovî ye her ji 25 salan de, û derçûyê zanîngeha Manişister e li Birêtaniya , taybetmend e di rêvebirin û geşepêdana dahatên mirovî de.
Jêder: Hevbendî+ Wezareta kargeriya xocihî.