Bi vexwendinekê ji girûpa Hevalên Milletê Sûrî, Îroj, li bajarê Xazî Entabê civîna werzî ya çaremîn ji dewlet û rêxistinên bexşkar û piştgirên darayî ji pirojeyên Sûriyayê re lidar ket.
Nûnerên dewlet û rêxistinên ji Tirkî, Birîtanya, Firensa, Italya, Yaban, Nerwêc, û Danimark li civînê amade bûn, herweha Yekîtiya Ewrupî jî. Nûnerên wezaratan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de xwendinek ji giringtirîn piroje û wezaretên ku bi wan radibin pêşkêş kirin, herweha qonaxên ku gihiştinê û armanc û mebestên wan.
Ji hêleke dî ve nûnera wezareta karê derve ya Birîtanî Liwîs Kobr ku welatê wê ” Pilan ji bo pirojeyên ku wê di meha Avrêla bê de destpê bikin danîne, nemaze yên ku bi warê fêrbûnê ve girêdayî ne “.
Kobr dît ku ev beş ” Ji pêşindeyên Hikûmeta Birtanî ne”, kobr di civînê de ji nûnerên Hikûmeta Demkî xwest ku kar li ser dabînkirina civînên gerek bi wezaretên peywendîdar di Hikûmeta Demkî de di heyva Çileyê Pêşîn ya bê de bikin.
Di vê derbarê de rêvebirê nivîsgeha pilandana istratîjî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Nadir Osman got: ” Wê komîtek ji wezaratên fêrkirin, rewşenbîrî, û peywendî bo amadekirina ji wan civînan re pêk were”.
Di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Hikûmeta Sûrî a Demkî de Osman wisa berdewam kir: ” Di riya civînê re me hewl da ku em kar û pirojeyên dawî ku hikûmet pê radibe pêşkêş bikin, herweha handana dewletan da bi erênî danûstendinê bi Hikûmeta Demkî û pêdiviyên millet Sûrî re bikin “. Osman destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî aliyeke bicîanînê ye, îşê wê ji nakokiyên siyasî nîne, bizavê ji bo xizmeta milletê Sûrî dike.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Sermînî got: “Armanca vê civînê spartin û alîkariya pirojeyên wezaratên pispor di hindirê Sûryayê de ye “. di daxuyaniyekê de piştî civînê got: ” Beriztirîn pirojeyên di civînê de hatin pêşkêşkirin, pirojeya berevaniya sivîl bû”. Sermînî tekez kir ku ” Ew û pirojeyê fêrkirina iliktronî ya ku pîvanek giring ji civînê bir ji Giringtirîn pirojeyên ku hikûmet guh dide wan”. Di heman demê de tekez kir ku wê rola hikûmeta Tirkî di operasyonên rahênan û hevrêziyê di pêvajoya bê de giring be”.
Jêder: Hikûmeta Demkî