Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan şehîdbûna bêtirî 115 kesan di bin işkenceyê de di girtîgehên rejîma Esed de di meha Êlûna bûrî de belge kir, bi vê yekê hejmara şehîdên di işkenceyê de ji destpêka şoreşê de digihê 5396 kesî, di nav wan de 94 zarok û 32 jin jî hene.
para Bajarê Der´a ya herî mezin bû, ku giha 21 kesî, yê mayî bi vî rengî li parêzgehên dî belavbûyî bûn: 19 li Şamê, 18 li Humsê, 13 li Helebê, 12 li Gundewarên Şamê, 9 li Laziqiyê û Idlib, 7 li Hema, 3 li Reqa, û 2 li Dêra Zorê û Qunêtra.
Ev hejmarên berdewam û bilindbûyî ji qurbaniyên ku di girtîgehên Esed de di bin işkenceyê de şehîd dikevin, tirora rejîmê û rêbaza wê ya hovane di kuştin û işkenceyê de dide xuyakirin, ev yek jî çavdêriya navdewletî û mafnasî li ser girtîgehên rejîmê bo parastina tiştê bikaribin biparêzin ji milletê Sûriyayê pêwist dike.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Nûra Elemîr di kongirê ku li Enqera li ser bêserûşûniya kotekî û bi amadebûna hejmarek ji diblomasî û balyozên biyanî lidar ket daxwaz ji Netewên Yekbûyî kiribû: ” Dûbarekirina Vekirina nivîsgehin netewî bo çavdêriya rewşa girtiyan bo rawestana di riwê hovîtiya Esed û tawanbariya wî pêwist e, ji ber nifşê girtî û di bêserûşûnên kotekî civka Sûrî de bûne nifşek mezin û nabe cîhan wan piştguh bike, lewra divê dewletên Mafê Mirovan destên xwe bixin destê me de ta ku em girtiyên Sûrî û wendayên zorlêkirî di zindanên mirinê de di riya yasayê de jiyan bikin”.
Elemîr di kongirê rojnamegerî de ê ku piştî hevdîtina wê bi balyozên dewletan re berdewam kir: ” Pir şerm e ku di sedsala 21ê de dema hikûmetên cîhanê pêşbaziyê di vekirina zanko, dibistan, peymangeh, û lêkolînên zaniyarî de dikin, milletê Sûrî daxwaza mafê jiyan û çarenûsê bikin, rejîma Esed sûre di pêşbaziya avakirina girtîgehan, amadekirina zindanan, û bikaranîna goristanên giştî dike”.
Emir tekez kir: ” Dewletên cîhanê dikarin dûlabê kuştin, girtin, û wendayên zorlêkirî ku Beşarê Esed serweriya wê dike di riya nivîsgehin mafnasî û netewî di karê şopandina giritiyan û di doseyên Bêserûşûniya Kotekî pispor bin û li Sûriyayê rawestînin”.
Hêja ye gotinê ku 11 hezar şehîdî jiyana xwe di zindanên şaxên ewlekarî de ên rejîma Esed li Şamê di bin işkenceyê de ji dest dane û di toreyên Mafên Mirovan neketin bin belgekirinê de, 55 hezar ji wêneyên wan bi dizî hatine derxistin di riya kesayetiyekê bi navê “Qeyser” ku ji rejîma ewlekarî ya Esed veqetiya bû.
Jêder: Hevbendî – Toreya Sûrî Ya Mafên Mirovan.