Di encama êrîşên rêjîma Esed û piştgirê wê Rûsiya li ser herêma Mieret Elnuman, nêzî 51 hezar xêzanî penaber bûne, li gor raporên meydanî.
Saziya “Hevrêzkarên Bersivdanê” ya Sûrî, di daxuyaniyekê de li ser malperên civakî ragihand ku ji ber baranên vê dawiyê, 17 kampên penaberan ku nêzî 2133 xêzanî têde bi cih dibin ziyanên mezin gihane wan.
Daxuyaniyê diyar kir ku tîmên meydanî qonaxa şeşmîn ya serjimêriya penaberan li kampên Gundwarên Idlib yên Başûr û yên Başûr-rojhilat bi dawî kirin, û li gor wê serjmêriyê hijmara wan gihştiye 51253 xêzanan ku ji 283462 penaberî pêk tên.
Heman tîmê bang li rêxistin û saziyên mirovî kir, ku bi lez li ber barê pinaberan rabin, û erkê xwe bicî bînin, û di heman daxwazê de doz li şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Ger Pederson kir ku bi hewildanên rasteqîne rabe da êrîşên li ser sivîlan li parêzgeha Idlib û derdora wê bi dawî bike.
Saziya “Hevrêzkarên Bersivdanê” ya Sûrî, berî 5 rojan di raporeke xwe de eşker kiribû ku zêdî 1 melyon kesî ji ber êrîşên rêjîma Esed û balfirên Rûsî ji destpêka sala 2019 de ji parêzgeha Idlib penaber bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî