Weltiyên parêzgeha Derayê, di riya berdewamiya nivîsandina li ser deriyên dikanan û dîwaran re li hejmarek ji gund û bajarokên parêzgehê, careke din tekez dikin ku tevlî tundiya dezgehên ewlekariyê yên rêjîmê , ew piştgiria xwe ji birayên xwe yên parêzgeha Idlibê yên rastî operasyoneke dijminkarî ya hovane ji aliyê rêjîma Esed û siponserê wê Rûsiya ve dibin, berdewam dikin.
Û çalakvanên xwecehî wêneyên ku piştevaniya niştecî û cemawerê Idlibê dikin belav dikirin, li ser wan hatibûn nivîsîn: “Idlib, em bi te re ne heya mirinê”, “Idlib di bin agir de ye”, “em li ser soza xwe ne”, “Idlib û başûr xwîn û namûsa wan yek e mîna yek îaşî”, “mirin û ne riswabûn”.
Û kamîreyên çalekvanan gotinên li ser dîwarên herdû bajarokên Maerbe û Elmetaîye yên girêdayî navçeyên Rojhilatî Dera û bajarokê Elşecera yê girêdayî Rojavayî Dera û herêma Ellecat ya girêdayî navçeya Bakur-rojhilatî Derayê şopandin.
Û hemî nivîsînan yekrêziya çarenûsa gelê Sûriyê li hember tiştê ku bi serê Idlib û navçeyên wê tê ji kuştin û wêrankirin û derbiderkirinê tekez kirin, û wan nivîsan helwesta cemawerê Dera ya li dijî kiriyarên rêjîmê û sponerê wê yî Rûsî li li Bşûrî Sûriyê û siloganên hilweşandina rêjîmê anîn ziman.
Herweha tevgera sivîl li dijî rêjîmê li hejmareke ji herêmên ku di bin kontirola rêjîma Esed de mezintir dibe, û berî du rojan welatiyên bajarokê Kenakir yê gundewarê şamê siloganên hilweşandina rêjîma Esed nivîsandibûn, û tê zanîn ku nivîsên li dijî rêjîmê li gelek gund û bajarokên parêzgeha Dera û Elswêda û gundewarê şamê pir dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî