Îro şemiyê 2 nîsanê di encama teqînekê de nêzî 10 kesên sivîl li bajarê Dirbêsiyê birîndar bûn.
Teqîn li xwaringeha Siwar ku dikeve navenda bajêr, danê nîvro, rûda li gor peyamnêrê malpea me.
Her wiha Peyamnêrê me ragihand ku tevaya birîndaran ji bo nexweşxaneya bajêr hatin veguhestin, û li gor rêveberiya nexweşxaneyê birînên wan sivikin û ti metirsî li ser jiyana wan tune ye.
teqînê zirareke mezin gihand xwaringehê, û ji ber dorpêçkirina wê deverê ji hêla esayişên bi ser PYD ve nehat naskirin ku ji ber çi wê teqînê rûda .
Tê zanîn ku ev yekemîn teqîne bi vî şêweyî li bajarê Dirbêsiyê rûdide.
Jêder: Hevbendî