Hejmara qurbaniyên duhî yên ji ber bombebarankirina tax û bajarokên Helebê ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û rêjîma Esed gihişt 34 şehîdan û 54 birîndaran û zarok jî di nav qurbaniyan de hene.
Û firokên şer yên Esed avahiyên nişteciyan bi mûşekên dengî li devera “Cisir Elhec” li bajarê Helebê bombebaran kirin, ku têde 8 sivîl şehîd ketin û 5ên din birîndar bûn, û herdu mediyakar Hadî Ele’bulah û Xalid El’îsa di nav wan de bûn, dema ji nexweşxaneyeke meydanî derdiketin, û ligor hin jêderan ew bi sivikî hatine birîndarkirin, hevdem hilîkopterên rêjîmê hin mînên deryayî avêtin li ser taxên Elme’adî û Elsalihîn bê ku hîç ziyan bên tomarkrin, hevdem 5 sivîl û di nav wan de zarokek li taxa Elmeqamat hatin kuştin.
Rêveberê nivîsîngeha ragihandina Bergiriya Sivîl, Îbrahîm Ebû Leys got ku firokên şer yên rêjîma Esed û hin yên Rûsiya, duhî li danê sibehê, êrîşên esmanî û bombebaran birin ser taxên nişteciyan, û sivîlek li taxa Elsikirî hat kuştin, û zarok li taxa Elferdos hat kuştin û 6 sivîl hatin birîndarkirin, û çar sivîl li taxa çiyayê Bidûr hatin birîndarkirin, û 2 kuştî û 10 birîndar li taxa Selaheldîn.
Ebû Leys got ku birînên birîndaran bi giştî hin sivik û hin orte û hin giran in, û tekez kir ku hemû birîndar ji bin kavilan hatin rakirin.
Li aliyek din 11 sivîl hatin kuştin û 21 birîndar bûn, bi sedema êrîşên firokên Rûsiya li ser bajarokên Kefr Heleb û Şêx Elî û Cib Elkas û Oroma mezin li gundewarê Helebê.
Tê zanîn ku her ji destpêka vê heyvê ve, Heleb rastî tawankariyek hovane tê ji aliyê Rûsiya û rêjîma Esed, ku heta niha nêzîkî 600 sivîlî ligor serjimêriyên tîmên bergiriya sivîl li bajêr bûne qurbanî.
Jêder: Hevbendî + Smrat