Nûnerîtiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî Kurdî, bîranîna salvegera 59an ya damezirandina yekemîn Rêkxitina Kurdî li sûriyê, ya di 14 hezîrana 1957an de, bi ahengeke gotarbêjî li Kampa Dar Şukran ya bi ser Hewlêr ve vejand.
Çend gotar li ser rewşa Tevgerê ji çaxê damezirandina yekem Rêkxistina siyasî û heta nuha hatin gotin.
Gotina Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî, Raman Mehmûd Mela xwend, tê de li ser rewşa damezirandina yekemîn Partiya Kurdî axivî û mixabiniya xwe li ser parçebûna evê Partiyê da xuyakirin.
Û doza yekkirina gotar û rêzên Kurdî kir, da beraberiya tiroristiya Daiş bikin. Hem jî diyar kir ko erkê netewî li ser me feriz dike ko em bi perpirsiyarî bi mijarên qonaxê re danûstandinê bikin.
Jêder: Hevbendî