Nivîsgeha Hawarçûn û Xizmetan di Desteya Giştî ya Karûbarên Penaberên Filestînî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de duh sope û komer li ser malbatên Filestînî li bajarê Kilis yê Tirkî belav kirin, û wisa qonaxa yekê ji pirojeya ” Em Bi Hev Re Digihên Wan” bidawî kir. di vê pêngavê de 137 malbatan û herweha malbatên ku li navendên bicihkirina demkî sûde wergirtin, , Çar sopeyên mezin li hindirê navendê hatin danîn.
Hêja ye gotinê ku pêspêrê giştî yê Ajansa Hawarçûn û Karûbarê Penaberên Filestînî (Onrwa) Pîyêr Kirînbo rewş di Sûrî de bi “Bobelate” li ser milletê Sûrî û Filestînî binav kiribû. Kirînbo di rûniştina destpêkî de ya civînên komîta şêwirdar ya Onrwa diyar kir ku ” Bêtir ji 60% ji penaberên Filistînî bûn koçber, yan penaberên cara diwemîn li Libnan, Tirkî, Urdin, û Misir, û dor 18 Hezar penaberên Filistînî di Kampa Yermûk de di bin rehma dorpêçkirin, serma, û birçîbûnê de ne “, û daxwaza çareserî û alîkariyê ji wan re kir.
Rêxistina ” Yûnisêf” hişyarî dabû ji bo 7 Melyon penaber ji zarokên Sûrî û Iraq ku wê îsal zivistanek dijwar di bin siya nekarîna netewî ji gihiştina alîkariyan bo deverên kirîzan bibûrînin.
Jêder: Hevbendî – Hikûmeta Demkî