Îro 12ê tebaxê û li gor Ragihandina Netewên Yekgirtî ” Roja Cîhaniya Ciwanan”e, û îsal Komela Giştî Ya Netewên Yekgirtî ev roj li bîr anî li jêr diruşma “xort û saxlemiya derûnî”, wek amaje kirinekê bo sedema serekî ya koçberiya xort û lawan bi rengekî giştî ji welatên cîhana sêyem, lê ciwanên Sûriyayê sedemekî wan yê din heye zêdebarî sedemên dîtir, ku ewjî sedema zordariyê û bêpariyê ye û sedema hejkirina jiyanê ye. ku piştî derbasbûna nêzîkî nîvçerxî, li ser dagîrkirina parta Be’is ji desthilata Sûriyê re, û bilind kirina alayan û qîr û dengên desthilatdaran ku wan rûpelê paşketinê pêçane û dest bi rûpeleka nû kirine ji pêşketin û avadaniyê ; û li jêr vê rewşa xirab ya ku rêjîma Esed ji roja desthilatdariya xwe li ser gel û welat sepandiye, ku her zanayek yan rewşenbîrek yan rojnamevanek çi rê li pêş xwe nedît ji bilî riya rev û koçberiyê ji tirsa û hejariyê, û bi vê çendê ev koçberî neçarî ye ji ber ku alternatîvê koçberiyê wek gotina hin koçberan bo nivîsîngeha Hevbendiyê wê piştguhxistin be wê jibîrkirin be û ji destdana firsendan be. Lêkolînera firinsî “Sîmon Vayil” di pertûka xwe de “rêjîmên totalîtar û yên takrewî” dibêje:” ku jiyana valayî û ya perîşanî , ew jiyana karkeran bê behr dike ji rûmeta wan wek berhemdar, ji karkerên şiyandar şehrezayiya wan distîne û wan ji afirandinê bêbehr dike, ev jiyan piştî du yan sê yan çar salan dibe rotînek biêş, ku mirov amade nake bo erkên xwe yên abûrî ji nû hilgire”. û rêxistina YONISKO koçberiya mejiyan weha dide zanîn:” rengekî berovajî ye ji rengên pevguhertina zanistî di navbera dewletan de, bi yekalî diçe, bi aliyê welatên pêşketî ewjî stina yek ji giringtirîn hêmanê berhemhênanê ye ku ewjî tuxmê mirovî ye”. herwiha Besam xidir Else’îd serokê encûmena xocihiya Reqa, di rûdaneka diltezên de jiyana xwe ji dest dveguhstina berojavî ya tiknolojiyê ye, ji ber ku koçberiya mejiyan di rastî de û yekser veguhea, di dema ji mirinê reviya ber bi mirinê û piştî hemû rê û dergeh di welatê wî de li pêş wî hatin girtin li ser destê rêjîmên deshilatdar li ser Sûriya. Hêjayî bîr anînê ye ku jimara sûriyên xudan şiyanên bilind li Amerîka heta sala 2000z geha 120 hezar kesî, ku Amerîka sûdê ji wan dibîne bi kujmê 2 milyar dolar ji mezaxtiyên fêrkirinê, û ev kujme bi qasî nîvê kujmê ku Amerîka dide dewletên cîhanê ji alîkariyên abûrî û siyasî.
Jêder:Hevbendî.