piştî şer û pevçûnên ku di navbera hêzên rêjîma Esed û rêxistina DAIŞ de li derdora bajarê Hesekê di dema dawî de rû dan, rewşa aborî rojbiroj li parêzgehê zehmet û dijwar dibe ji ber birîna riyên serke yên ku tên parêzgehê, ev yek bû sedema kêmbûna gelek pêdiviyên sereke yên jiyanê û buhabûna nirxên wan .
Mehmûd Gelo bazirganekî şînkayî ye ji bajarê Amûdê ji me re ev rewşa abûrî ya zehmet û sedemên wê tekez kirin.
Ji hêleke din ve çavdêrên aborî tekez dikin ku ev rewş pilaneke rêjîma Esed e û mebest jê ku genim dernekeve derveyî parêzgehê da ku cotkaran neçar bike ku berhemên xwe radestî navendên wan bikin.
Tê zanîn ku wezareta çandiniyê ya rêjîmê kirîna genim bi nirxekî erzan ragihandibû lewra cotkaran ta vê gavê genimê xwe radestî navendên rêjîmê nekirine.
Jêder: Hevbendî