Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Ciwanên Kurd di warê guhadana bi zimanê kurdî û handana çalakvanan ji bo bi zimanê Dayikê bixwînin û binivîsin, da bibin wek fakterên belvkirna diyardeya hînbûn û hînkirina zimanê kurdî di wê civaka bêpar ji zimanê dayika xwe wek zimanekî fermî.
Tevgera Ciwanan li Nivîsgeha Encumana Niştimanî Ya Kurd li Istanbolê di 13 /6/2015 Korseke hînkirina zimanê kurdî destpê kirin, wek destpêkekê ji çalakiyên demên pêş re, ku ev xwendekar xwe di warê xwendina zimanê kurdî de pêş bixin da kesên ji wan karibin pileyên bilind di vê korsê de bidest bixin di korseke pileyek bilindtir de, taybet bi rêzimanên bingehîn de beşdar bibin, da ew jî bibin mamaosta û her yek li devera ku ew lê çalak e xwendin û nivîsandina zimên belav bike.
M.Nezîr yek ji endamên Tevgera Ciwanan e ji malpera me re weha axivî: ” Guhdana bi zimanê dayikê pir cihê giringiyê ye li rex Tevgera me, ji lewra me dest bi kampaniyekê kiriye ku em endamên xwe tevan di vî warî de pêş bixin, da her yek ji wan endaman bibe fakterê belavkirina ziman di civakê de”.
Li ser rêbaza ku di korsê de tê şopandin Nezîr weha da zanîn:” Em niha pirtûka Hînker ya asta yekemîn ya Instutuya Zimanê Kurdî Ya Istanbolê di waneyan de didin xwendin, lê piştî bidawîbûna vê pileyê , wê astên piştî wê bên destnîşankirin “.
Jêder :Hevbendî