Serokê Desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb, di hevdîtina xwe de ya ligel şanda Firensî û balyozxaneya wê li Tirkiyê li nûnerîtiya desthilatê li Xazî Entabê, duh, rola desthilata demkî di aktîvkirina dezgehan û pêşkêşkirina xizmetan de diyar kir.
Ebû Heteb ji şanda Firensî re kar û çalakiyên ko desthilata Sûrî ya demkî û planên paşerojê şirove kir, û wezaret li hindirê xaka Sûriyê ya rizgarkirî belav dikin.
Ji aliyê xwe ve şanda Firensî rola desthilatê û karên wê di vê kurtedemê de tev li rewşa aloz bilind nirxand, her weha şandê tekez kir ko hevrêzkarî û hevkarî dê di navbera wan û desthilata Sûrî ya demkî de di hemû biwarab de berdewam bin.
Di pêvajoya xizmetên desthilatê de wezîrê perwerde û fêrkirinê Îmad Berq ragihand ko wezareta perwerdeyê pertûkên xwendinê gihanê û ji bo herêmên rizgarkirî li Sûriyê di rêya Bab Elhewa derbas kirin.
Berq bêtir got tiştê ko hatine bêtir ji nîvmilyon danê pertûkên dibistanan e, û ew ji bo hemû qonaxên xwendinê ne li gora rêbaza wezaretê ya hatiye pesend kirin, û ev hejmar dê li ser hemû herêmên rizgarkirî belav bibin.
Wezîrê perwerde û fêrkirinê yê desthilata demkî namak spasiyê ji dezgeha Qeter ya xêrxwaziyê re şand ji bo piştgiriya wê ji çapa pertûkan re, bi rêya sindoqa Qeter ya xêrxwaziyê ya ko hevrêzkarî ji salekê bi wan re hatiye kirin.
Desthilata Sûrî ya demkî di 17 heyva borî de ragihandibû ko wezareta perwerdeyê nêzîk wê ji çapkirina pertûkan xilas bibe û dê li ser hemû dibistanan li herêmên Sûrî yên rizgarkirî belav bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî