Bajarê Efrînê hêjî penaberan ji navçeyên derdora Helebê yên ku ji ber êrîşên rêjîma Esed berê xwe didin deverên aram pêşwazî dike,.
Penaberkî ji malpera mere got ku “Rojane rêjîma Esed êrîşî gundên Rêtan û deverên derdorê dikin, û ji hêla xwe ve şoreşger pilanên pêşketina wan têk dibin”.
Xelkên Efrînê çavdêriya rewşa meydanî li deverên derdora Helebê dikin, jiber ku bandora xwe li tevaya herêmê dike.
tevlî ku dengê teqîn û topan ji gundewarên Nubul û Elzehraa tê bihîstin, lê hê jî Efrîn aram e , û li gorî çavdêran Efrîn bûye Sûriyeke piçûk, jiberku hemû pêkhateyên sûrî hembêz dike.
Jêder : Hevbendî