Doktor Ebdurehman Elhac Cîgirê Wezîrê Perwerdeyê Ji Bo Karûbarên Xwendina Bilind, da xuyakirin ku yonîvêrsîta Helebê ji bo dîtina hevpariyan kar dike, di bin siya desthilata Sûrî ya demkî de, û kar ji bo pêşketina pirogramên di Yonîvêrsîtê de hene dike, û nîşan da ku Yonîvêrsîte ji aliyê navdewletî ve danpêdayî ye, û ew ne hewcedarî dûbarkirina danpêdanê ye careka din.
Elhac di weşaneke zindî de duh şemiyê li ser rûpela Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ya Facebookê, ji bo bersiva pirsên Sûriyan yên di warê xwendinê de bide, weha got:” yonîvêrsîta Helebê bûye du beş, beşek jê di bin destê rêjîma Esed de ye, û yê dî di bin çavdêriya detshilata demkî de kar dike”, û da zanîn ku yonîvêrsîtên Turkî danpêdanê bi bawernameyên Hevbendiyê û ezmûnên wê yên li gor pîvanan dikin.
Û Elhac tekez kir ku Yonîvêrsîtê karîbû gelek astengiyan li paş xwe bihêle, û bi taybetî di warê hewandina kesên ku dûrî xwendina xwe ketibûn, û got ku ew li ser rewşa xwendekarên ku belgeyên wan tune ne, ji bo dîtina derfetan ji wan re dixebite, yan jî bicikirina wan di Yonîvêrsîtê de di riya tomarkirina wan ya mercdar re .
Elhac nîşan da ku Wezaret kar ji bo zêdekirina hejmara kolîjan ji xwendekaran re dike, û her weha hewldanê ji bo beşdarkirina hin aliyên navdewletî ji bo başkirina rewşa yonîvêrsîta Helebê ya di bin rêveberiya desthilata demkî deye dike, û da xuyakirin ku xwendekarên ku niha di yonîvêrsîtê de dixwînin, ew ji hemû parêzgehên Sûriyê ne.
Û diyar kir ku kesên pirosêsa perwerdekirinê birêve dibin, ekadîmiyên Sûrî yên ji Rêjîmê cuda bûne, û hin ekadîmiyên ku ji derve vegeriyane.
Û diyar kir ku di dema bê ya nêzîk de, wê çar kolîj ji bo pirogramê zimanê Erebî vebin, û pêşbînîniya zêdebûna hejmara xwendekaran di sala bê de û her weha pirbûna têkiliyên Yonîvêrsîtên Turkî û her weha yên Yekîtiya Oropî bi yonîvêrsîta Helebê re kir.
Û weha berdewam kir:”me pilanek ji bo vê mijarê daniye, û beşek ji vê pilanê ew e, dabîkirina derfetan û her weha dîtina sîwanek yasayî ji bo pisporên ku kar di yonîvêrsîta Helebê de bikin, û em hewl didin ji bo yekkirina karînan û her weha bicihkirina hevkaran di Yonîvêrsîta Helebê de da em sûdê ji pisporiya wan wergirin”.
Û Cîgirê Wezîrê Perwerdeyê da xuyakirin ku yonîvêrsîta Helebê hewcedarî taqîgehên zanistî û jêrxaneya pêwîst e , û got:” pilanek me ji bo dabînkirina taqîgehên di hemû taybetmendiyan de heye, û ev yek pêwîstiya wê bi temamkirina qûnaxa pêşî heye, ya ku me hewl daye ku em wê paş nexin ta sala bê sebaret madeyên zanistî”.
Û pêşbînî kir ku sala bê wê hejmarek ji taqîgehên pêwîst, yên ku wê alîkariyê di berdewamkirina xwendinê de wek ku tê xwestin bikin bên dabînkirin, û bi taybetî madeyên zanistî di kolîjan de, û hêviya vekirina beşekî ji bo endazyariyê ji destpêka sala bê de kir.
Tê zanîn ku yonîvêrsîta Helebê ya Hikûmî di sala 1958an de hat damezirandin, û belgeyên wê yên danpêdayî ne ji cîhanê hemî, û ne hewce ye bi danpêdaneke nû ye, û desthilata demkî belgeyên kolîjên li navçeyên rizgarkirî yên ku rêveberiya wan dike muhur dike, û ew sîwaneke yasayî û siyasî ye û rewaya wê ya navdewletî heye, û ev karekî yasayî ye wezaret li ser kar dike.
Jêder: Hevbendî