Birahîm Biro, Serokê Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê, tekez kir ku partiya Yekîtiya Demoqrat PYD gunehber e di ber rewşa xerab û bobelatatî ya ku gelê Kurd li Sûriyê tê re derbas dibe, ji ber siyaseta wê ya dûrî kurdayetiyê, û her weha ew berpirs in di ber girtina derwazê Sêmalka jî, û bi şêweyek pîlankirî û ji bo çêkirina qeyraneke aborî, riya Mebrûka ya ku deverên Kurdî bi deverên hundur ên Sûriyê ve girêdide digire, ji bo ku ji xelkê re bide xuyakirin ku girtina derwazê Sêmalka bûye sedema vê qeyrana aborî.
Ev gotinên Biro hatin gotin, di sîmînarekê de li pêş revenda Kurd li Oslo, paytexta Nerwicê, ya ku Nûneriya Encumana Niştimanî Ya Kurd li Nerwicê roja yekşemê 22 vê gulanê rêxistin kiribû.
Biro di vegotina xwe de behsa sedsaliya rêkeftina Sykes-Piko ya kirêt û tiştên ku der barê wê îro ji kurdan tên xwestin kir, û her weha behsa çalakiyên siyasî û dîplomasî yên ku Encumana Niştimanî Ya Kurd pê radibe çi li hundur çi li derveyî welat kir, her weha behsa rewşa Sûriyê kir di dema ku ti viyana navdewltî tune ye ji çareserkirina wê re, û berdewamiya Rêjîma Sûriyê û rêxistinên terrorist, DAIŞ û hevalbendên wê, di rijandina xwîna Sûriyan de, û di vê çarçoveyê de behsa danûstandinên Cinêvê û rola nûnerên kurd di nav danûstandkaran de di xistina kêşeya Kurdî di wan danûstandinan de.
Tê zanîn ku serokê Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê, niha serokatiya şandekê ji Encuman li Oropayê dike, ji bo hevdîtinan bi berpirsyarên Oropî re pêk bîne, û peywendiyan bi revenda kurd re li wan deveran bike.
Jêder: Hevbendî