Endamê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Dektor Cewad Ebû Heteb got: êrîşên Rûsî ên azmanî nexweşxaneyên ku alîkariyên nojdarî ji sivîlan re pêşkêş dikirin di her du rojên bûrî de armanc kirin, vê yekê hişt ku taxmên nojdarî rewşa awarte ragihînin, û hemû nexweşxaneyan ji tirsa dûbarekirina bumbebarankirinê vala bikin.
Ebû Heteb pizîşk e(Pisporê Dil e) li hindirê Sûryayê kar dike, diyar kir ku firokên Rûsî pênşemba bûrî derdora nexweşxaneya (Yemdiyê) ku dikeve hindirê erda Tirkî de armanc kir, herweha nexweşxaneya (Letamnê) li Hema, bi awayekî yekser armanc kir û taximê wê birîndar kirin, û bal kişand ku her du nexweşxaneyên (Birnas û Ixlas) yên bo zarokan û jidayikbûnê ne, û guhdana nojdarî ji sivîlan re pêşkêş dikin.
Ebû Heteb ji Civaka Navdewletî xwest ku van êrîşan di nêzîktirîn dem de rawestînin, û eger bersiv tune be, wê taxmên nojdarî mecbûr bibin ku dest ji karê xwe berdin, û ji erdê Sûrî derkevin, û ev yek wê deverê bê guhdana nojdarî bihêle.
Jêder: Hevbendî-Rojava news