Endamê şanda Desteya Bilind Ya Danûstandinan, eqîd Mihemed Elşemalî, hişyarî da ko rêjîma Beşar Elesed pîlan daniye ji bo niştecihên herêmên gundewarê Hums yê bakur heta bi gundewarê Hemayê koçber bike.
Elşemalî got: “rêjîm berdewam e di neçarekirina herêmên rizgarkirî de li ser lihevhatinê û derkirina çekdaran û malbatên wan, û ev tê wateya ko ew dixwaze piraniya wan derxîne, bi mebesta guhertina dîmugrafî.”
Elşemalî destnîşan kir ko opozisyonê “nameyeke fermî di vê derbarê de li Cinêvê di civîna dawî de meha borî bo şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora pêşkêş kir ”, û daxwaz ji Rûsya kir ko fişarê bide ser rêjîmê ji bo bi peymana agirbestê pabend be.
Elşemalî diyar kir ko bajarokên di bin kontrola opozisyonê de yên ku rêjîn dixwaze koçberkirinê li wan pêk bîne ev in: “Elresten, Elhole û Telbîsê” û gundin din li ser dirêjiya cografya gundewarê Hums yê bakur, û ji hêla birêveberiyê ve bi ser Hemayê ve ne, ji wan jî “Telef, Eqreb, Hur Binefse û Xirbet Elcami’ ”
Û tekez kir ko pêşindeya danûstandinên Cinêvê ew e”veguhastina siyasî di rêya desteyeke desthilatdar ya veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê”, û bêtir got “em di van danûstandinan de berdewam in, çimkî ew rewa ne û bi navê Netewên Yekbûyî ne. ”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Erebî 21