Artêşa Azad di rojên buhurî de di şerê li “Sêgoşa Mirinê” ya dikeve Gundewarê (Der’a-Qunêtira-Şam) hejmarek ji Hêzên Şoregêrî yên Îranî û Çeteyên mezhebperest kuştin.
Dezgehên ragihandinê yên Rêjîma Îranî kuştina Serperiştekî Pasvanên Şoreşgêrî yê di şerê li Parêzgeha Der’a de “Emîd Mihemed Sahib Kerem Erdekanî” ragihandin. Herwiha berî çend rojan kuştina Elî Ridda Tewesulî Serpereştê Efxanî û Serpereştê Lîwayê “Elfatimiyon” li Der’a ragihandibûn
Şoreşgeran berê jî anîbûn ziman ko ewan êrîşeke Hêzên Esed û Çeteyên milîperest ji Îran û Îraq û Libnan û Efxanistanê vegerandibûn û gelek ji wan kuştibûn.
Herwiha Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwe “qehremaniya leşkerî û dastanên cangoriyê yên Şoreşger û qehremanên Artêşa Azad li ser xaka Sûriyê pêk tînin, ji Horanê û Xûta ji aliyê Başûr heta bi Gundewarê Helebê li hêla Bakur di berxwedana dijî êrîşa Îranî û tiroristiya Esed ” bilind nirxandibûn.
Elmerwe di daxuyaniyeke berê de tekez kiribû ko”Qehremanên Artêşa Azad dikarîbûn êrîşên peyapey yên Pasvanên Şoreşgêr yên Îranî û hêzên Esed li Horanê û Gundewarê Helebê yê Bakur û Xûta Şamê di çend rojên buhirî de bi paş ve vegerînin, tev ko Çek û cebilxaneyên cengê kêm bûn jî lê baweriya wan bi kêşeya rizgarbûna Welatê wan bilind e. Herwiha bi sedan ji Çeteyên piştgiriya Esed dikin di cenga wî ya li dijî miletê Sûrî de kuştin û hêsîr kirin. ”
Elmerwe tekez kir ko “Hebûna Pasvanên Şoregêr yên Îranî li Başûr û Bakurê Sûriyê aşkere bûye. Û ev dagîrkirineke kirêt e ji Sûriyê re û binpêkirina peyman û rewiştên Navdewletî ye. ”
Cîgirê Serokê Hevbendiyê doz li “Encûmena Asayişa Navdewletî kir da biryarekê ferzkirinê derxîne, tê de Rêjîma Îranî mecbûr bike da hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişîne.” Û Tekez kir”asoya çareseriya siyasî li Sûriyê bi hebûna dagîrkerê Îranî û çeteyên ko ew piştgiriya wan dike ruhniyê nabîne. ”
Jêder: Hevbendî