Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja înê 1 sibatê li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal li darxist.
Hejmareke mijar li ser maseya civata Emîndariyê hebûn, ji wan serdana desteya serokatiya ENKS ji herêma Kurdistana Iraqê re, ji bilî pêşhatên dawî yên girêdayî biryara vekişîna hêzên Emerîkî ji deverê û pirojeya avakirina herêma ewle.
Silêman Oso endamê Emaneta giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku civata wan tekezî li ser nerîna ENKS derbarê pêşhatên dawî li deverê kir, û dîdar û hevdîtinên ku desteya serokatiya ENKS li herêma Kurdistanê li dar xistibûn bi erênî nirxandin, û rola serok Mesûd Barzanî weke piştgir ji gelê Kurd li Sûriyê û ENKS re spas kir.
Derbarê avakirina herêma ewle li deverên Kurdî û rojhilatê Ferat Oso got: “Ta vê gavê şêweyê avakirina wê herêmê ne zelal e, lê Encuman avakirina wê herêmê di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî û hêzên Navdeletî erê dike, û avakirina rêveberiyek nû ji hemû pêkhatên deverê pêwîst e, û vegera pêşmergên Roj ên ku li cem hemû aliyan cihê baweriyê ne, û bi taybet dewletên herêmî” .
Endamê Emaneta ENKS li ser destpêşxêriyên yekrêziya tevgera Kurdî diyar kir ku ta vê qunaxê wan destpêşxeriyan tu gav navêtine, û pêwîste nivîsgeh werin vekirin û dosiya binçavkirina siyasî bê girtin, û ragihandina tohmetên xiyanetê ji hêla partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD bê rewestandin, û kesên sirgûnkirî vegerin, wê demê bi tenê ENKS kare riya danûstendinan veke.
Di heman civatê de li ser rewşa rêxistinî ya ENKS û karê nivîsgeh û xwecihiyên xwe sekinî û tekezî li ser aktîvkirina wan kir.
Tê zanîn ku ev yekemîn civate ku Emîndariya ENKS li dar dixe piştî serdana desteya serokatiya wê ji herîma Kurdistana Iraqê re.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê