Şandeke Desteya Danûstankar ya Sûriyê, serdana Herêma Kurdistanê kir, û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê civiya.
Roja Şemiyê 2ê meha Sibatê Şandeke Desteya Danûstankar ya Sûriyê bi serokatiya Nesir El-Herîrî ligel Serok Barzanî civiya, û di civîna herdû aliyan de pêşhatên herî dawî li Sûriyê û navçeyê hatin behskirin.
Piştre, roja Yekşemê 3ê Sibatê, Şanda Desteya Danûstankar ya Sûriyê serdana Parlemantoya Herêma Kurdistanê kir, û ligel firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK civiya.
Herwiha li Parlemana Kurdistanê serokê Şanda Desteya Danûstankar ya Sûriyê Nesir El-Herîrî di kongrekî rojnamevanî de ragehand:”Civînên me yên ligel berpirsên Herêma Kurdistanê û serok Barzanî giring û erênî bûn, em spasiya Herêma Kurdistan wek Hikûmet û gel dikin, ku hejmareke zêde ya xelkê Sûriyê li cem xwe hewandine, herwiha spasiya Barzanî dikin ku ji destpêka Şoreşa Sûriyê piştevanê me bû, û hewlwestên wî jî cihê rêzê ne”.
El-Herîrî derbarê devera aram û Rojhilatê Feratê wiha got:”Divê ew dever ji terorê bê paqijkirin, û ew valahiya ewlehî ya ku dê çê bibe ji aliyê wan ciwanên ku ji artêşa rejîmê cuda bibûn û li Herêma Kurdistanê hatibûn rahênankirin ligel hin hêzên niştîmanî ji xelkê heman deverê bê parastin, da ku metirsiyên welatên herêmê bi taybet Tirkiyê nemînin “.
Piştî herdû hevdîtinan Şanda Desteya Danûstankar ya Sûrî bi Nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS ya li Hewlêrê û hêzên civaka sivîl re civiya.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê