Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Desthilata Sûrî ya demkî ragihand ko Encamên Pejirandina Xwendekaran derketin û tomarkirina yekser, û ya Xwendekarên biserketî di bijartina yekem û ya duyem jî li Zankoya Helebê li Herêmên rizgarbûyî dest pê kir.
Zankoyê bang li xwendekarên ko dixwazin xwe tomar bikin kir ku yekser berê xwe bidin heman Kolîc an Peymangeha ko li gora daxwaza wî jê re derketiye an jî yê ko ji mafê wî ye xwe yekser lê tomar bike.
Komîta bala ya fermanberiya Zankoyê ji xwendekarên ko Bawernameya Bekelorya qezenc kiribûn re, encamên bijartina destpêkî yên di Kolîcên xwe de derêxistibûn. Zankoya Helebê Zankoya Desthilata Sûriyê ye û milkê dewlatê ye li jêr destê desthilata demkî li Herêmên Helebê, Idlib, Gundewarê Laziqiyê û Hums(Gundewarê Bakur û Herêma Elwe’ir ya dorpêçkirî) û Hema û Gundewarê Şamê(Elxûta Elşerqiye ya dorpêçkirî) û Der’a, û ji 19 Kolîcan û 10 Peymangehan pêk tê.
Hevkarê Wezîrê Perwerdeyê yê Desthilata Sûrî ya demkî Ebdulrehman Elhac di daxuyaniyeke taybet de got: Ramana avakirina Zankoya Helebê di Herêmên rizgarkirî de ji ezmûneya Zankoya Biriştîna ya li Kosovo di dema cengê de ko Zanko kiribû du beş hat. Diyar kir Zankoya Helebê Zankoyeke Desthilatî ye sala 1958an hate damezirandin û ew ji hêla navdewletî ve danpêdankirî ye, tenê tiştê bûyî Zanko bi rêveberiya heman mamosteyan û heman rêbazan li jêr destê desthilata demkî hate vekirin.
Elhac tekez kir ko Zanko operasiyona fêrkirinê dûr ji mijarên siyasetê vedigire. û di mijara karmendiyê de derfetê bê cudahiyê bike dide her kesî, tenê yê piştgiriya Rêjîmê dike ew nayê pejirandin çimkî ew piştgiriya tawankarekî cengê yê awarte ye, nabe çav jê bêne girtin.
Di derbarê Xwendekarên ko ji xwendina xwe dûr ketine, Elhac destnîşan kir ko Zankoyê plan daniye ji bo hemû Xwendekarên ji xwendina xwe dûr ketine, û ji werzê xwendinê yên dahatî de ew ê dest pê bike ku ewan hinbihin vegerînin.
Jêder: Hevbendî