Jêderekî ji şandeya Encumana Niştmanî ya Kurd, ji hewlêrê retkirina Encumanê ji vegera nûnerên partiyên ku hatibûn dûrxistin ji lêvegerê aşkere kir.
û ENKSê tekez kir ku ew bi pirkirina jimara endamên lêvegerê da bighên 33ê endman razî nabe.
û Encûmanê weha jî got: Ger Tevgera Civaka Demokrat ji helwesta xwe danagere, bela wan her sê kesan li ser gota xwe derbasî lêvegerê bike.
Herweha wê jêderê aşkere kir ku berpirsyarê doseyê di serokatiya herêma kurdistanê de, Hemîd Derbendî aşkere kiriye, ku mijar bi berpirsekî ji(TEV-DEM)ê re tê gngeşe kirin, û destîşan kir ku dibe xwesteka ENKSê bicî bibe , û muhleteke ne zêdetirî sê rojan dane TEV-DEMê ku xwesteka wan pêk bîne yan jî ENKSê wê xwe ji lêvegera siyasî vekişîne.
û hate zanîn ku civînek di nav Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKS ê ku ji Ebdil Hemîd Derwîş, Ibrahîm Biro, Ebdilhekîm Beşar pêk dihat, û ofîsa siyasî ya Partiya Demorata Kurdistanê lidar ket, ji bo gihiştina çareyekê bi Tevgera Civaka Dîmikrat re.
Jêder : Rûdaw