Îro 3 Hezêranê Emaneta giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurdî civateke awarte li bajarê Qamişlo li dar xist ji bo gengeşekirina çawaniya hilbijartina kesên serbixwe ku di kongirê sêyemîn yê ENKS de beşdar bibin li ser daxwaza partiya Pêşverû û partiya Yekîtî ku têbîniyên wan li ser şêweyê hilbijartinan hebûn.
Ibrahîm Biro endamê emaneta giştî ji mere ragihand ku emîndariyê ji nû ve giftûgo li ser şêweyê helbijartina kesên serbixwe di encumanên xwecihî de kirin “. biryara berê ew bû ku endamên xwecihiyan xwedî biryarbûn di destnîşankirina kandîdên hilbijartinan, lê îro me biryar da ku tenê kesên serbixwe di xwecihiyên ENKS de wê kandîdên xwe destnîşan bikin bê ku partiyên ENKS destêwerdanê têde bikin”.
Jêder: Hevbendî