Nivîsîngeha Mafnasiyê ya Yekîtiya Hevrêzên Şoreşê, çêbûna 44 komelkujiyan di heyva gulana bûrî de bi destê rêjîma Esed dîkoment kirin.
Hêzên rêjîma Esed û mêlîşeyên wê 44 komelkujî di hejmarek navçeyên Sûriyê de pêk anîne, û komelkujiya Bab ya di 30ê gulanê de mezintirîn komelkujî bû, ku têde 57 kes bûne qurbanî bi sedema bombebarankirina bajêr bi bermîlên teqîner, bi dûv re komelkujiya pira Elhec li Helebê tê, têde 47 kes bûne qurbanî bi sedema armanckirina geraca wê bi bermîlên teqîner di roja 12/5/2015an de.
Her weha Ji aliyê DAIŞê ve jî heft komelkujî hatin encamdan , û li ser komlkujiyên DAIŞê, Nivîsîngeha Mafnasiyê ya Yekîtiya Hevrêzên Şoreşê nebûkirina 71 kesî li Dêrazorê bidestê DAIŞê di heyva gulanê de dîkoment kir, tevlî nebûkirina 4 sivîlan li gundewarê Helebê.
Hêjayî gotinê ye ku berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kiribû ku ” her tawanek tê encamdan ji aliyê firokên Esed, yekser ji encamên têkşikestina Civaka Navdewletî ye di sepandina navçeyek tenah bo rêgirtinê li pêş rêjîma Esed bi dirêjahiya salên bûrî”.
Herwiha Elmislit cext li ser wê yekê kir ku “pêwîste di zûtirîn dem de Hevpeymaniya Navdewletî li îstratijya xwe vegere û dubare berçav bike û çaksazkirina şaşiyên serekî bike, û rêjîma Esed têxe di serê lîsteya xwe de ji ber ku ew xwedîker û rêvber û çavkaniya terorê ye”.
Elmislit got ku ev êrîşên tawankarî yên rêima Esed tên wek hewleka tolvekirinê ya bêhûde hevdem ligel şikestinên berdewam yên hêzên rêjîmê li ser eniyên şer, tevlî şikestina sercem alavên kuştin û wêrankirina hovane yên rêjîmê di derheqê Sûriyan de û bikaranîna mûşek û bermîlên teqîner û çekên kêmyawî û bikaranîna mayînên deryayî û Siyaseta qada şewitî.
Jêder: Hevbendî+Wekalat