Encumana Niştimanî ya kurd li Sûriyê, riftarên ne aqilane ji aliyê Patiya Yektiya Demoqrat û “rêvebiriya wê ” wek tê binavkirin, der heqê serkirdeyên Encumana Niştimanî Ya Kurd û tevgera wî ya siyasî şermezar kirin, û Encuman tekez kir ku ev siyasetek pîlankirî ye, û ew nikare wan ji xebata wan ya di ber mafê gelê kurd yê netewî li welat paş bixîne, û Encuman bangawazî da tevaya hêz û rêxistinên mirovahî û mafnasî, ji bo fişarê li Partiya Yekîtiya Demoqrat bikin, da bihêlin dest ji van karên xwe yên dûrî nirxên kurdayetî û nakok bi piçûktirîn piransîbên mafê mirovan re berde.
Rêvebiriya derwazê Sêmalka yê sînorî ya bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat ve, di gaveke bihêrskirinê û ne berpirsyar de, îro, pêncşembê 17/3/2016, nehiştin birêz Brahîm Biro serokê Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê, û Birêz Silêman Oso endamê nivîsgeha peywendiyên derve ya Encuman, vegerin welat di riya derwazê Sêmalka yê sînorî re, yê ku teke-rêya xelkên deverê û tevgera Siyasî ye li ser derveyî welat.
Jêder: Hevbendî