Komela Nûrî ya xêrxwazî, duhî roja pêncşemê 17/03/2016 êvarî, bi helkefta pêncemîn salvegera destpêka şoreşa Sûriyê ya pîroz, ahengek li ser şanoya Zibêde Hanim li bajarê Stembolê li Tirkiyê li dar xist. Têde hin torevan û hozanên Sûriyê helbest pêşkêş kirin, bi vehandina peyvên ji giyanê şoreşa Sûriyê û derbirîna hest û nestên êş û azarên xelkê Sûriyê yên li derve û hindurê welat dijîn, ji wan Abduletîf Elhusînî û Îvan Birîmcê.
Herwiha herdu stranbêjên dengxweş Dara Nistrî û Sena Ebdo, bi hev re, destek stranên xweş yên pîrozkirina şoreşê û saxkirina giyanê Bibilê Şoreşê şehîd ÎbrahîmQaşûş pêşkêş kirin.
Di dawiya ahingê de govendek hat gêran ji aliyê komek a zarokên sûriyê ve, ya ser bi dibistanekê ji yên Komelaya xêrxwazî ve, û herwiha li fîlmekî hat temaşekirin li ser bizav û çalakiyên komeleyê di salên bûrî de li heryek li Sûriya û Tirkiyê.
Jêder: Hevbendî