Encumana Niştimanî Ya Kurd civînek awarte û vekirî rojên 21 ta 24ê çileyê pêşî 2014 lidar xist , ji bo gotûbêjkirina xalên di ecindeya karê wê de û bi taybetî mijara nepabendiya hin nûnerên ENKS bi biryara Encuman derbarî temamkirina rêjeya 20% ya Lêvegera Siyasî Ya Kurd, û ENKS bîntengbûna xwe derbarî vê zêdegavî û bêberpirsyariyê anî ziman, û biryayek bi tevahiya dengan hat derxistin, ji bo dekirina wan endaman ji Encuman û tevahiya desteyên ku ew tê de endam in, çi kesayetiyên serbixwe bin an jî partî bin eger ev tişt li ser wan hatin tekezkirin.
Û komîtek şopandin û hûrbîniyê di vî derbarî de hat destnîşankirin, û ji encama vekolîna vê komîtê hat diyarkirin ku 9 endaman pabendî bi biryarê kir lê sê endaman nekir û ew jî : Nesredîn Ibrahîm û Mistefa Meşayix û Fewzî Şingalî ne, û 3 nûnerên Encumanê li şûna wan di lêvegerê de hatin danîn.
Hêjayî gotinê ye ku Encumana Niştimaniya Kurd di daxuyaniyek xwe de, pabendiya xwe bi rêkeftina Dihokê û rujdiya xwe li ser cîbecîkirin û kartêkirina lêvegera siyasî ya kurd tekez kir, her weha tekeziya xwe nû kir li ser hevkarî û dabînkirina seqayên pevbaweriyê di nav pêkhateyên wê de ji bo bihêzkirina karê hevbeş da rajeya kêşeya gelê kurd bê kirin .