Encumana Parêzgeha Heleba Azad, daxuyaniyek derxist li ser rewşa dawiyê ya taxên Helebê yên dorpêçkirî, herwiha derbarê êrîşên hovane yên hêzên rijêma Esed û hevalbendê wê Rûsiya bi sercem çek û teqemeniyan li dijî xelkê sivîl, bi vê yekê civata parêzgehê daxuyaniya xwe arasteyî NY û rêxistinên mafên mirovan kir, ji bo bi erkên xwe li hember bûyerên Sûriyê bi giştî û yên li Helebê dibin bi taybetî rabin.
Encumana xwecihî bang li civaka navdewletî kir ji bo rawestandina bombebarankirina bajêr û parastina sivîlan bi rêka vekirina kirîdorên tenah bi çavdêriya NY û derbaskirina alîkariyên mirovî yên xwarin û derman û sûtemeniyê bo xelkê dorpêçkirî.
Herwiha daxwaza sepandina sizayên navdewletî li ser Rijêmê kir, bi sedema bombebarankirina sivîlan û têkbirina alîkariyên mirovî û qedexekirina gihiştina kerasteyên xwarinê bo xelkê dorpêçkirî, ku di demekê ji berî niha de, encûmenê û ligor binavkirina wê daxwaza rawestandina “Holokosta Helebê” kiribû û daxwaza rakirina dorpêçkirina wê kiribû, û tekez kiribû ku Heleb bajarekî wêrankirî ye, ku hîç dîmenên jiyanê têde nema ne, piştî bi hezarên bombe û mûşek û êrîşên bimebest yên li ser navendên bergiriya bajêrvaniyê û jêrxaneya bajêr dibin.
Hêjayê gotinê ye ku NY di 12 çirya paşîn de hişyarî li ser rûdana bûyereka jinêzamirinê dabû li ser zêdetir ji çariyek milyon ji sivîlên dorpêçkirî yên di taxên rohilatê Helebê de dijîn, piştî dabeşkirina dawîtirîn karwanê alîkariyên xwarinê yên li bajarê Helebê û qedexekirina derbaskirina alîkariyên xwarinê bo xelkê dorpêçkirî ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya.
Herwiha ku di roja 19 êlûnê de, karwanekê alîkariyên mirovî yên hevbeş di navbera NY û Xaça Sor de jî aliyê firokên Rijêmê û hevalvendên wê hat bombebarankirin, û di dema xwe de NY tekez kir ku 18 barhilgirên alîkariyan rastî bombebarankirina êrîşên firokên hevalvendên Rijêmê hatin.
Û bajarê Helebê ji sê heyvan heye ji aliyê hêzên Esed û milîsên mezhebperist ve hatiye dorpêçkirin û bi awayekî pêrewkirî nişteciyên wê û binyatgeriya bajêr bi sercem toxmên çekên qedexekirî wek fisfor û kilor û bombeyên weşî tê armanc kirin, ku wêrankariyek mezin li avahiyan ketiye û gelek nexweşxane ji kar ketine tevî têkbirina gelek xwendingeh û navendên bergiriya sivîl.
Û çalakvan bi hilmeteka berfereh li ser malperan rabûn ji bo piştgiriya bajarê Helebê û xelkê wê, hevdem bêdengiya civata navdewletî ya li hember kuştarên rojane û kuştin û wêrankariya dibe li dijî sivîlên Sûriyê reswa û şermezar kirin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê