Stîvin Obirayin alîkarê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî, salixê rewşa bajarê Helebê bi sosret da. Obrayin doh duşembê agahî da Encûmena Ewlekariyê ko hejmara xelkên Sûriyê yên dorpêçkirî îsal giha nêzî milyon kesî.
Rêjîma Esed ji demeke mêj ve ji temenê şoreşê çekê dorpêçkirinê li dijî sivîlan bikar aniye. Bajar û bajarokên raperîn kirine wek Xûta Şamê ya rojhilat û rojava û taxa Elweer li Humsê û Heleba kevin û bajarê Dêra Zorê bi dorpêçeke dutaq dorpêç kirine, yek ji hêla Rêjîmê û yek ji hêla Daişê ve ye.
Obrayin ji Encûmena Ewlekariyê re di îfadeya xwe ya mehane de got “tiştekî veşirtî di derbarê dorpêçkirinê de nîn e, sivîl têne birçîkirin, bombebarankirin, û ji guhdana tendiristî û alîkariya mirovî bêpar in, ta ko mecbûrî radestkirin û revê bibin.”
Obrayin lîsteyek ji 7 daxwazan ji bo rizgarkirina Sûriyê li ser maseya Encûmena Ewlekariyê pêşdîtin kir. ji wan jî rawestandina yekser ji hemû cûreyên tundûtûjiyê re, û rawestandina hemû êrîşên bêserûber lidijî sivîlan, û dorpêçê ji ser sivîlan rakin û yekser bihêlin alîkariyên mirovî bilez û bê astengî ji bo sivîlan derbas bibin, heger ew rê di aniyên şer re bin jî, û rêz li bêalîbûna bijîşkî bête girtin. Û kesên kar di warê xizmetên bijîşkî dikin, û alavên guhastinê û yên piştgiriyê ji nav wan jî amûrên neştergeriyê derbas bibin, û êrîşên lidijî sivîlan û girtinê rawestînin.
Di derbarê bizavên navdewletî yên ji bo gihaştina alîkariyan ji bo herêmên wêrankirî, Obrayin destnîşan kir ko operasiyonên gihandina alîkariya ji bo kesên dorpêçkirî wê îro dubare destpê bibe. Ji aliyê xwe ve serokê desteya hawarhatina mirovî ya Tirkî (IHH) Bolend Yildirim plana hawarhatinê ji bo gihandina alîkariyan bo hezaran kes li Heleba Sûriyê diyar kir, piştî ko alayên şoreşê di rakirina dorpêça ko ji hêla Rêjîma Esed û hevalbendên wê hatiye sepandin biser ketin.
Her wiha Encûmena Helebê Ya Azad daxuyaniyek derxistiye tê de doz li Netewên Yekbûyî û Civaka navdewletî kir, tako berpirsiyariyên xwe yên mirovî himber tiştên ko li Helebê çêdibin hilgire. Encûmenê daxwaz kir ko bombebaran raweste û sivîl bêne parastin û rêbuhêrkên hêmin yên mirovî di bin çavdêriya navdewletî vebin, tako xwarin û derman derbas bibin û alîkarî bi firokan bêne avêtin heta rêbuhêrk vebin.
Rêjîma Esed û hevalbendên wê ji sê mehan ve Heleb dorpêç kirine, û bi mebest sivîl û avahiyan amanc dikin, ko çekên qedexe wek fosfor, kilor û bombeyên goşî bikar tînin, di encamê de wêraniyeke mezin di avahiyan de pêk anîn û hemû nexweşxane ji xizmetê derketin û hejmareke mezin ji navendên berevaniya sivîl û dibistan wêran kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî