(Hewlêr – Hîwa can ): Encumena Nerwîc ya penaberan beşê zanyariya tenduristî (NRC) zincîrek ji çalakiyên zanyariyên tenduristî li gelek taxên hewlêrê bi serî kirin, û nexasim di nav penaberên Sûrî de yên li hewlêrê dijîn.
Zincîrên çalakiyên (NRC) di warê korsên tenduristiyê de bûn. ango li her taxekê û li ser du qonaxan , ew kesê penaber di wê korsê de amade dibû, kû dema wê du demjimêr bû ,û di wê maweyê de çalekvanên (NRC) gelek zanyariyên tenduristî yên malane fêrî amadeyan dikirin , û di dawiya korsê de şîkeke pereyan bi nirxê (250 $) didan her penaberekî , kû ew penaber bi buhayê wê şîkê pêdiviyên mala xwe bikire ,û rewşa mala xwe ya tenduristî serrast bike , û di qonaxa din de her penaberek şîkekê bi (350 $) distîne , da bi buhayê wê pêdiviyên elkitrîkî yên pêwîst ji mala xwe re bikire.