Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê daxwazê ji Tevgera Civaka Dîmuqratî (Tev Dem)ê kir, ko riyalîsta siyasî bi hişmendî û dûrî gotara hişk û qerebalixa ragihandinê û lihevzêdekirinên Donkîşotî bixwîne, û yekser li peymana Duhokê ya bi serpereştiya serokê herêma Kurdistanê vegere, û hersê bendên wê yên (Siyasî, Birêveberî, Leşkerî) bi garantiyên Navdewletî cîbicî bike . ev helwest di daxuyaniya Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî de ya di 27/12/2012an de hatiye.
Û di heman daxuyaniyê de got: “piştî nêzîk şeş salan ji destpêkirina şoreşa niştimanî ya Sûriyê ya ko piraniya pêkhatiyên civakî, netewî, mezhebî û olî tê de beşdar bûn, û piştî ko kuştin û girtin û koçkirin û wêranî nîvê xelkê sûriyê den ber xwe, û parek ji çar parên xaka wê wêran bû, ji hêla rêjîma Sûrî û milîtanên mezhebî yên digel wê, û hêz û rêkxistinên tirorist, û di serî de Daiş û Elnesra, hêj rewşa Sûriyê pîstir dibe, û hêjî bijardeya rêjîmê çareserkirina leşkerî ye, û jê pêve nabîne, û biryarên navdewletî piştguh dike û naxwaze wan cîbicî bike. Encûmena Niştimanî Kurdî tekez dike ko qonaxa welat tê re dibuhûre bi giştiya xwe û bi taybetî ji bo miletê Kurd çarenivîsî ye, ji hemû hêzên opozisyona niştimanî tête xwestin ko xwe di asta bûyerê de bibînin, û bilez rêzên xwe yên niştimanî û gotara xwe li himber tiştê ko çêdibin yekgirtî bikin, û danpêdanê bi mafê netewî yê miletê Kurd bikin, û daxwaz ji herdu çavdêrên Rûsî û Emerîkî kir ku fişarê bidin ser hemû aliyan tako biryarên Viyena û Cinêvê (2118, 2254) û biryarên têkildar cîbicî bikin, û rê li ber çareseriya siyasî vekin, li ber roniya Benda Heftem ya sizayên Encûmena Ewlekariya Navdewletî”.
Daxuyaniyê berdewam kir: “di derbarê mijara kurdî de bê guman Encûmena Niştimanî Kurdî ji berê de bizav kiriye û dike ji bo mala Kurdî bide ser hev, û xebat kiriye bo yekîtiya rêz û helwesta Kurdî, û bi çavdêriya serokê dîwana herêma Kurdistanê û bi sponseriya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi PYD re, peymana Hewlêr û ya Duhok û yên din imze kirine, lê PYD pabendî pê nekir û nimûneyeke ji dîktatoriyetê li gora kirasê xwe û li gora idyolociya xwe ya partîtiyê ya taybet feriz kir, desthilata xwe ya zordarî bi hêzê ferz kir ”
Daxuyaniyê anî ziman: “Encûmena Niştimanî Kurdî di heman dema ko bi metirsî û hestiyariya qonaxê hest dibe, di giringiya yekîtiya gotar û helwesta Kurdî digihêje, û daxwazê ji Partiya Yekîtiya Dîmuqrat dike ko rê li pêş vê yekê xweş bike, û dev ji siyaseta xwe ya nakok bi pirojeyê netewî kurdî re berde, û kirdeyên xwe yên lidijî pirinsîbên mirovî û dîmuqratî yên ko di derheqê Encûmena Niştimanî Kurdî û heçê ne gor nerîna wan be dike rawestîne, û hemû serpereşt û kadirên Encûmena Niştimanî Kurdî serbest berde. ”
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê