Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî îro çarşembê 05.04.2017 bi amadebûna serokê Encûmenê birêz Birahîm Biro li baregehê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê digel birêz Hok Kilêr serokê fermanberiya karûbarê Sûrî ya li wezareta derve ya Birîtanî û şanda digel civiya.
Şanda Birîtanî tekez kir ko ew piştgiriya mafên miletê Kurd yên rewa li Sûriyê dikin, her weha têgihiştina xwe ji helwesta Encûmena Niştimanî Kurdî re ya helawîstina beşdarbûna di civînên Desteya Bilind Ya Danûstansinan de diyar kir.
Her weha aliyê Birîtanî tekez kir ko ewê bi rola xwe rabin derbarê yekgirtina opozisyona Sûrî, û di heman çaxî de berdewamiya Encûmena Niştimanî Kurdî di nav rêzên opozisyona Sûrî de tevlî astengiyên ko têne pêşiya wan bilind nirxand.
Û şanda Encûmenê rewşa siyasî, ewlekarî û ya abûrî li herêmên Kurdî li Sûriyê şirove kir, hem jî rewşa dawî ya li Cinêvê, û bikaranîna Esed careke din ji çekên kîmawî re li dijî sivîlan gotûbêj kirin.
Û şanda Kurdî ya li gel serokê Encûmenê amade bû ji cîgirê serokê Hevbendiyê Dr. Ebdulhekîm Beşar, û endamê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî He was Xelîl, û endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê birêz Şelal Gedo pêk dihat.
Jêder: Beşê Kuirdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî