Encumena Niştimanî Kurdî li Sûryayê ji hikûmeta Tirkî xwest ku êrîşên xwe yên li ser bajar û bajarokên Kurdî û bi taybet Cizîra Botan rawestîne, û pirsgirêka Kurdî li gel xwe çareser bike.
Encumena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de ku duh Yekşemê 13/9/2015an derket ji dewleta Tirkî û Partiya Karkirên Kurdistanê xwest ku vegerin zimanê diyalogê ji bo aştiyê û berdewamiya di Operasyona Aştiyê ku serokê partiya Karkirên Kurdistanê Ebdella Ocelan ragihandibû û serokê Herêma Kurdistanê Mes`ûdê Berzanî di birêketina pêvajoya wê de beşdar bû.
Herweha Encumena Niştimanî Kurdî ji Partiya Gelên Dimuqratîk xwest ku mala Kurdî ji hinder de bide ser hev û hemû karînan bikar bîne bo piştgirî û vejîna riya aştiyê li Tirkiyayê di riya beşdariya di hikûmeta Hevbendî ya Demkî de li gor xizmeta pirsgirêka kurdî li Tirkiyayê, çûna hilbijartinên perlrmanî yên nêzîk, û bidestxistina serkeftinê û bikaranîna wê bo berjewendiya operasyona aştiyê li Tirkiyayê, dûrî biryarên pêşwext û bilez û şaş mîna nebeşdariya di tu hevbendiyên hikûmî di pêşerojê de, herweha ji serkirdeyên Partiya Karkirên Kurdistanê tê xwestin ku piştgirê destpêşiya Ocelan û pirojeya wî a aştiyê bin.
Jêder: Hevbendî