Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de kirdeya tawankarî ya ko Efserê Îranî dixwest tecawizî keça Kurd “Ferînaz Xisrewî” bike.
Ya ko ji Tawankarê ko xwest zêdegaviyê lê bike reviya û ji qateke Hotêla ko tê de kar dikir xwe avêt, û di cih de jiyana xwe jidest da..
Daxuyaniya Encûmena Kurdî got sersariya desthilata Îranî ko bi erkên xwe beraber evî karê kirêt ranebû , ewê yekê hişt ko miletê Kurd li Mehabadê bi xwepêşindanan rabin û doza vekolînê kir û tawakar siza bibin. Bi rabûna milet desthilata Îranî bi tundî ew êşandin
Di daxuyaniyê de hat”em di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de li Sûriyê di heman dema ko evî karê kirêt protesto dikin, em li himeber wê jî sersarî û derengbûna Rêjîma Îranî ya paşketî û kirdeyên wê yên ko zor û tundiyê bikar tîne û tawankariyên wê jî protesto dikin. “
Hem jî daxuyaniyê bang li miletê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê û yên koçber kir da piştgiriya gelê Kurd yên li Îranê serî hildane û di rûyê rêjîma xwînmij de wekû hemû miletê têkoşer ji bo azadî û rûmetê rabûne piştgiriya wan bikin.
Jêder : Hevbendî