Encûmena Niştimanî ya Kurd, careke din daxaza serbestberdana girtiyên di zîndanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de kir, ku ji aliyê ENKS’ê ve berî mehekê lîsteyek bi navên girtiyan ji bo rêveberiya PYD hatibû pêşkêşkirin, û heta niha desthilata PYD bersiv nedaye û girtiyên di zindanên xwe de serbest nekirine.
Encûmena Niştimanî ya Kurd, ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD daxwaza serbestberdana neh girtiyên mayî di zîndanên wê de kiribû, di nav wan de: Behzad Dorsin endamê buroya siyasî ya PDK-S, Cemîl Omar Abu Adil, Nidal Othman, Amir Hamid endamê rêxistina SOZ, Fouad Brahîm endamê xwecihiya ENKS li bajarê Dêrikê.
Çalakvanên Kurd dilgiriya xwe diyar kirbûn ji ber ku PYD hêjî girtiyên Kurd ên Efrînê yên di dema kontrola xwe de binçav dike, tevî reva wê ji deverê, û çend endamên PDK-S di nav wan de hene wek: Ahmed Xelîl Sino Endamê PDK-S Efrîn, Şaaban Abdul Hamid Şêxo, Idris Alo “parêzer e” û endamê rêxistina Efrînê ya PDK-S’ê ye.
Hêjayî gotinê ye ku rêveberiya PYDê di 17ê êlûna 2019an de, Hacî Haşim Keleş, Besam Abdul Qader Hasan, Sipan Mohamed Omar, Delovan Mohiuddin Keleş û Fayez Suleiman, endamên Partiya Demokrat ya Kurdistan – Sûriya serbest berda bûn.
Jêder: ARKnews