Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hevkariya xwe ya tam li gel xelkên herdû parêzgehên Siwêda û Deraa û deverên din di xwepêşandanên gelêrî yên ku daxwaza azadî, rûmet û jiyaneke mirovî ya hêja kirine, ragihand.
Û Emîndariya Giştî di daxwiyaniyeke xwe de got ku siloganên xwepêşanderan li Deraa û Siwêda bilind kirine tekez dikin ku tişta çêdibe derbirîna vîna gelê Sûriyê yê yekgirtî ye, bi hemû pêkhate û mezhebên wê ve, di pêwîstiya pêkanîna guhertineke ji kok de li Sûriyê û bidawîkirina stemkariyê.
Û Daxwiyaniyê amaje bi wê yekê kir ku xwepêşandanên xelkê parêzgehên Siwêda û Dera li hember tundûtûjiya rijêmê rawestiyan, û siloganan daxwaza debara jiyanê derbas kirin, û daxwaza rûxandina rijêmê û cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî kirin.
Û Emîndariya Giştî di daxwiyaniya xwe de, daxwaz ji Netewên Yekbûyî, Komkara Erebî û civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin di warê ferzkirina rijêmê de ji bo ku pabendiyê bi biryarên navdewletî bike, û çareseriyeke siyasî ya ku gelê Sûriyê ji êş û tirajîdiyan rizgar bike, bibîne, û ewlehî û aramiya li deverê pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî