Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê destavêtina çekan ji bo çareserkirina nakokiyan di navbera hêzên Kurdî û Kurdistanî li kû be û li kîjan parçeyî be protesto kir. Ew di daxuyaniyekê de belav kir piştî ko hêzên(PKK) rê li ber Pêşmergên (PDKÎ) girtin di dema ko ewan dixwest nêzîkî herêma Sînor bibin piştî raperîna Mehabadê li Kurdistana Îranê çê bû.
Encûmena Niştimanî Kurdî bang li herdu aliyan kir da bi xwe karibin û danûstandina digel hev bikin, hem jî nakokiyan bi aştiyane çareser bikin.
Encûmena Niştimanî Kurdî piştgiriya xwe ji serhildana Kurdistana Îranê re tekez kir û doz li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ko li gel tekoşîna miletê Kurd li Îranê raweste û têwirdanê di karûbarê wan de neke û piştgiriya wan li dijî rêjîma Îranê bike.
Jêder: Hevbendî – Daxuyaniya Encûmena Niştimanî Kurdî