Enûmena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de êrîşên hovane yên (Daiş)a tirorist li ser Hesekê û Kobanî pirotesto kirin, û bang li “civaka navdewletî û hemû hêzên xêrxwaz û aştîxwaz kir da berpirsiyariyên xwe hilgirin û berevaniya Miletê Kurd bikin û herêmên wan biparêzin.”
Her wiha Encûmena Niştimanî tekez kir ko”nema tê pejirandin ko aliyekî kurdî biryarê bi destê xwe tenê de bigire û aliyên din dûr bixe, û ev reftar bêçare ye di dema amanckirina Kurdan, ji ber yekîtiya Gelê Kurd û dabînkirina fakterên wê yekîtiyê nuha berpirsiyeke netewîyî ya giring e”.
Hêjayî gotinê ye ko îro sibehê 25.06.2015 komên tiroristên (Daiş) êrîşeke hovane bir ser bajarê Kobanî û Gundên wî de birin, di wê êrîşê de tiroristan cilên Artêşa Azad û Hêzên Parastina Gel li xwe kiribûn , û kîna xwe bi ser gelê reben de bi hemû çekan barandin û li gor agahiyan bidehan şehîd û birîndar ji sivîlan ketine.
Digel êrîşa li ser Kobanî rêkxistina (Daiş) êrîşa xwe bir ser taxa Neşwa û Neşwa Rojava li bajarê Hesekê û piştî şer bi rêjîmê re ew tax kontrol kirin.
Jêderên taybet ji hundirê taxa Neşwa ji peyamnêrê me re tekez kirin ko Rêkxistina Daişa tirorist taxa Neşwa bi tekûzî kontrol kirine û alên xwe li ser avaniyên bilind berz kirin û taxên din bi topan gulebaran kirin. Di encamê de derbideriyeke niştecihan ya mezin bi bal taxên bajar yên bakur û bajarên din ve çêbû.
Jêder: Hevbendî+ Daxuyaniya Encûmena Niştimanî Kurdî